Ceger.net Paylaşım Platformunuz - Sizin Siteniz...
03 Eylül 2010, 07:13:32 *
Merhaba, Ziyaretçi. Lütfen giriş yapın veya üye olun.
Aktivasyon mailiniz gelmediyse buraya tıklayın.

Kullanıcı adınızı, parolanızı ve aktif kalma süresini giriniz
Duyurular: Görüş öneri ve şikayetleriniz için yasal iletişim adresimiz:
cegernet@gmail.com
 
   Ana Sayfa   Yardım Ara Shop Google Etiketleri Giriş Yap Kayıt  
Sayfa: [1]
  Yazdır  
Gönderen Konu: Jİ XWE WENDA  (Okunma Sayısı 194 defa)
fırat dewrimci
Newbie
*
Offline Offline

Mesaj Sayısı: 22
216.00 credits

View Inventory
Send Money to fırat dewrimci

Üyelik Bilgileri
« : 14 Mayıs 2009, 20:08:12 »

Jİ XWE WENDA
I.
Were hêl a çepê!...
were
em hinek mijûl bin ji bo gavekê
em bi hesibînin wendahîyên xwe
wê kîja pênûs karibe binivîsîne
wê kîja lênûsk hilîne
buhayê hezkirineke wek ya me?...
ma pêleke kefok a deryayê ye
ku em wek derbikên çixatê
bi ser ketîne?...
ma bayekî gerok î sermayê ye
ku em wek pelên zer
ji şax filitîne bi ber ketine?...
Xeyal a min yar!...
wisa te dikêşim nav a xwe
bi her hilmê re
bihevre bûn a me jî
li ber vê sivik dimîne
tu zanibe ku
nav ê te bi rasthatin jî
ji stranekê dibhîsim
girêkek girî tê
xwe li zengerok a min dişidîne...
min ne tenê kêlekek xwe
lê her hêlên xwe
wenda kir bi te re
niha ez
mîna termekî li ser pîyanim
Xeyal a min yar!...
bi vê rewş a xwe
bi nebûn a te re nebûyî
ji nebûyî ve
ji xwe wenda me...
Were hêl a çepê!...
were
em serên xwe
li ser milên
teht û zinaran dînin
were em bi hev re
kefen ê ku ji mere
hatîye qusandin
bi çirînin...
II.
Lo di bêjin"mêr nagirîn"
min dev ji mêranîyê berdaye
ji zû ve ye
ez bi hêl a xwe ya mirov
li te dişewitim
ax yarê
çend hezar caran
eywax yarê!
Îdin tiştekî ku bi şewite jî ne maye
ku ez pêt bi pêt bi perpitim...
Du hezkir
bi ber çavêm dikevin
li wan di nerim
û dibêm Xwedêyo!
çen dilop hêsir
mîna zarokên giryan
ji çavên min diflitin
ber bi rûyên min ve di revin...
Niha ez dibêm;
ew keç û xort ez û tu bûna
wê çi bibûya?
kêm zêde minê te himbêz bikira
dûv re wê dil ê min
di qeyran a xwe de bi fûrîya...
Xeyal a min yar!
niha jî ez digrîm
bi nivîsandi a xwe re
şahidin ev tîpên ku datînim
ji hezkirin a me re...
Yên dema çûyîn a te Zarok bûn
îdin her yek dibin bav û bapîr
ji zarok û nevîyên xwe re...
ev çi janeke domdar e
ev çi birînek zengar e
ev çi nexweşîyeke
têr derd û xedar e...
III.
Tavek din divê
ji bo şewitandin a deng ê min
îdin nema debar dibe
ku ji ser ê peya rêyekê
li pêy çûn a te ya bê veger
dinerin çavên min...
Xeyal a min yar!...
klam û stran
Xeyal a min yar!...
helbest û gotar
têrê nakin kû ez
te ji himbêz a dil ê xwe
tev li girîyê azirî
dînim û bugherim ber ê xwe...
IV.
Di bêjin
dem derman ê her tiştîye
were bi nere
her diçe lawaz dibin
gav û çavên min
her reh a min a ku bi te re qetîya
îdin jehr a mirinê
di herikîne hinavên min
Xeyal a min yar!...
li te daxil dibin
her girtinên çavên min
û kel a girî dikeve
ji dil
ber bi ricf a lêvên min
Û li dûv her dem a girîyêxwe
bi vê rewş a xwe
bi nebûn a te re nebûyî
ji nebûyî ve
ji xwe wenda me...
Logged
Ceger.net Paylaşım Platformunuz - Sizin Siteniz...
   

 Logged
Sayfa: [1]
  Yazdır  
Google Etiketleri: gamyu

 
Gitmek istediğiniz yer:  

MySQL ile Güçlendirildi PHP ile Güçlendirildi kürtçe toplist
kürtçe siteler
Powered by SMF 1.1.4 | SMF © 2006, Simple Machines LLC
Seo4Smf v0.2 © Webmaster's Talks
XHTML 1.0 Geçerli! CSS Geçerli!